Roboski'de Bir Robespierre/ Li Roboskiyê Robespierreyek

Aydınlanma ve mücadelesi Ortadoğu’da bir hayal gibi düşünülüyor. Bu mücadele hep Batı’ya özgüymüş gibi. Fırat ve Dicle nehirleri arasında, aydınlanma mücadelesi hiç verilmemiş gibi.

Belki de bu nedenle pek çok Kürt düşünür ve yazar, bir acının ya da felaketin ardından bir değişim yaşıyor. Elbette geçerli nedenler bunlar. Peki ya yeterli mi?

Fark ettiyseniz pek çok Kürt yazar bir acının ya da felaketin ardından aldıkları kararla Kürtçe üretime geçiyorlar. Kimisi Roboskî kimisi Kobanê’den sonra.

Acılar birikiyor. Öfke de öyle.

Kürtçe üretmek için illa bir acıyla mı sınanmamız gerekiyor? Bu topraklarda derdin ve öfkenin olmadığı bir zaman dilimi oldu mu hiç?

Bugün 15 Mayıs. 1932 yılında Şam’da bir Kürt aydını; Celadet Alî Bedirxan, Kürt halkı için yeni bir alfabeyle aydınlanma mücadelesi için bir dergi çıkardı: Hawar isminde. Tamamı Latin harflerinden oluşan ilk yayın olduğu için 15 Mayıs dünden bugüne Kürt dil bayramı olarak kutlanıyor.

Mesela halkı için kendini aydınlanma mücadelesine adamış bir yazarın emeği olan böyle bir günde Kürtçe üretime geçmenin kendisi bir değer taşımaz mı?

Evet, dert ve öfke birikiyor.

Bugünden bakınca pek çok şey hayal gibi duruyor. Roboski’de bir Robespierre heykeli düşünebiliyor musunuz? Orhan Gökdemir sordu geçtiğimiz hafta, Cizre’den kulağınıza geliyor mu esen rüzgârlarda senfoni sesleri? Van denizinde gün batımında bir Van Gogh sergisi? Diyarbakır surlarında dalgalanan kızıl bayraklar? Qamışlo’da operalar, Hewler’de şiir günleri ya da Süleymaniye’de edebiyat buluşmaları. Tuhaf mı geliyor bunca derdin ve öfkenin içinde bu hayaller. Patlayan bombaların ve yıkılan evlerin dumanlarından sadece öfke ve dert mi birikiyor?

Tuhaf gelmesin size tüm bu düşünceler.

Tuhaf olan bunların yerine halkı her haftaya Cuma namazına çağıran siyasilerdir. Savaşlarda sessiz kalanların Hacca gidecek olmasıdır. Oscar Wilde’yi komisyonlarda önerenler aynı fikri Altan Tan gibi bir yobaza anlatabiliyor mu?

Soma katliamında susan Kürt belediyeler bugün savaşta yıkılan evlerin gölgesinde Soma’yı anıyor. Bir tuhaflık yok mu bunda? Savaşta yıkımı yıkımda savaşı anarak mı sürecek bu hayat? Soma maden faciasında Soma diyen, Cizre yanarken Cizre diyen bir siyaset daha tutarlı olmaz mıydı?

Hadi dün Gezi’de susarak Tayyip’i kurtardınız da bugün Cizre’de susarak neyi amaçlıyorsunuz? Son 8 ayda yaşamını kaybeden 3000 gencin hayatı bu kadar ucuz mu? Soma’da 300, bölgede 3000 insan yitirdik bu kısa zamanda. Bir açıklama yapma zahmetinde bulunacak mısınız yoksa bunları öğrenmek bir başka tutanaklara mı ihtiyaç duyacağız?

 Sadece acıları unutuyorsak değil, hayal edemiyorsak da yüreğimiz kurusun.

Roboskî’yi unutursak diyenler unuttu bile. Bugün birçoğu Kürdistan’da devam eden savaşa bahis oynuyorlar.

Acıyı unutursak kurur da umudu örgütlemezsek kurumaz mı bu yürek?

Evet, Roboskî’ye Robespierre’in heykelini dikeceğiz ve Kobanê’ye Caladet Ali’nin, Van’a Faqiye Teyran’ın, Mardin’e Ape Mus’nın, Sur’a Oscar Wilde’nin. Shakespeare’in oyunlarını Kürtçe sergileyip Mem û Zîn’i operaya taşıyacağız.

Söz olsun Palmira’da da sergileyeceğiz.

Robespierre’in insanları bir sahaya toplayıp o soruyu sorduğu gün kadar “hayal” bunlar şimdi. “İki seçenek var. Tutsak olarak yaşamaya devam mı edeceğiz yoksa özgür yurttaşlar mı olacağız?

Aydınlanmanın fitili ateşlenmedikçe özgürlüğün dünyası kurulmayacak.

Dert ve öfke birikiyor. Birikirken umut da büyüyor. Acıya öykündüğümüz için değil. Dert ve öfkeden keyif aldığımız için de değil. Çünkü biliriz ki özgürlük emek ister.

Bu nedenle umudumuz tam; derde ve öfkeye selam olsun.

***

Li Roboskiyê Robespierreyek

Ronîbûn û berxwedana wê li Rojhilata Navîn wekî xeyalekê tê dîtin. Qey tu yê bibêjî ew tim xweserî Rojavayê ye. Qey tu yê bibêjî di nav Firat û Dîjleyê de qet berxwedana ronîbûnê nehatiye kirin.

Belkî ji ber vê ye ku zêdetirî nivîskar û ramangêrê Kurd piştî êşekê an jî piştî karesatekê nabe mîna xwe yê berê. Helbet ev sedemên meqbûl in. Lê gelo bes e evqas?

Ku we ferq kiribe, gelek nivîskarên Kurd piştî êşekê an jî piştî karesatekê biryarekê digirin û dest bi hilberana bi Kurdî dikin. Hin kes piştî Roboskî, hin kes piştî Kobanî.

Êş zêde dibin, hêrs jî.

Ji bo ku tiştek bi Kurdî bê hilberandin, divê em bi mecbûrî bi êşê werin îmtîhanbûn? Gelo qet ew wext bû ku li van xakan derd û hêrs tune ye?

Îro 15’ê Gulanê ye. Di sala 1932’yan de li Şamê rewşenbîrekî Kurd, Celadet Elî Bedirxan ji bo gelê Kurd, ji bo berxwedana ronîbûnê bi alfabeyeke nû bi navê Hawarê kovarek derxist. Ji ber ku ew weşana yekem e ku bi temamî bi tîpên Latînî hatiye amadekirin, 15’ê Gulanê ji wê rojê heta vê rojê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Gelo dest bi hilberandina bi Kurdî kirin nabe tiştekî binirx di vê rojê de ku ev roj ew roj e ku keda nivîskarekî berxwedêrê ronîbûnê tê de heye, wî ji bo gelê xwe xwe fedayî vê kiriye.

Erê, derd û hêrs zêde dibin.

Îro ku mirov lê dinihêre gelek tişt mîna xeyalan tê xuyan. Gelo heye ew roj ku li Roboskiyê peykerê Robespierre hebe? Di hefteya borî de Orhan Gökdemir pirsîbû, li gel bayê ji Cizîrê dengên senfoniyan tên guhên we? Li Behra Wanê dema roj ava dibe pêşangeheke Van Gogh? Li sûrên Diyarbekirê alayên sor? Li Qamişloyê opera, li Hewlêrê şevbihêrkên helbestan an jî li Silêmaniyê civînên wêjeyê? Ji bo we ecêb tê xuyan ev xeyal di nav evqas derd û hêrsan de. Ji dûyên bombeyên teqîyayî û ji dûyên malên xerabûyî gelo bi tenê hêrs û derd li hev zêde dibin?

Bila ji van fikrên han tu yek ji bo we nebe tiştên ecêb?

Di dewsa van de yên ecêb siyasetvan in ku her hefte gel gazî nimêja Înê dikin. Ew in ku di nav cengan de xwe kerr kiribûn û dê sibê biçin Hec. Yên ku li komîsyonan Oscar Wilde pêşniyar dikin, dikarin wê bibêjin yekî mîna Altan Tanê paşverû?

Şaredariyên Kurd ên ku duh di tevkujiya Somayê de xwe kerr kiribûn, îro Somayê bibîr tînin li pêş malên xwe yên ku di nav cengê de xera bûne. Ev tiştekî ecêb nîn e? Ev jiyan wê wiha berdewam bike ku di nav cengê de dê hilweşan were bibîranîn, di nav hilweşanê de dê ceng were bibîranîn? Gelo wê qenctir nebûya ku siyasetê di bobelata Somayê de bigota Soma, dema ku Cizîr dişewitî bigota Cizîr?

Haa we duh di dema Geziyê de xwe kerr kir û we Tayyîp xilas kir, lêbelê hûn îro li Cizîrê xwe kerr dikin ka armanca we çi ye? Jiyana wan ewqas bêqîmet e ka di nav 8 mehên borî de 3000 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Li Somayê 300, li Herêmê 3000 însanên me ji dest çûn di vê dema kurt de. Zehmetnebe hûn ê daxuyaniyekê bidin an ji bo hînbûna van em ê hewcedarî girtenameyên din bibin?

Ne ji bo ku em bi tenê êşan jibîrbikin, ji bo ku em nikaribin xeyalan bikin jî bila dilê me bişewite.

Yên ku digotin “ku em Roboskî jibîr bikin…” jibîr kirin jî. Îro gelek ji wan kesan şertanî digirin ji bo şerê li Kurdistanê.

Ku em êşê jibîr bikin, erê, ev dil wê bişewite lêbelê ku em hêviyê bi rê nexin ma wê neşewite?

Erê, em ê peykerê Robespierre li Roboskî ava bikin û yê Celadet Elî jî li Kobaniyê, yê Feqiyê Teyran jî li Wanê, yê Apê Mûsa jî li Mêrdînê, yê Oscar Wilde jî li Sûrê. Em ê temaşeyên Sheakspeare bi Kurdî bidin pêşandan û em ê Mem û Zîn bikin opera.

Bila ‘ehd be em ê li Palmîrayê jî bidin pêşandan.

Ev tişt ewqas “xeyal” in ku wek wê rojê, ew roja ku Robespierre gel li qadekê civand û ev pirs pirsî wan: “Du heb vêbijêrk hene. Em ê wek girtiyan berdewam bikin bijîn an em ê bibin hemwelatiyên azad?”

Heta ku agir bi fitîla ronîbûnê nekeve wê dinyaya azadiyê neyê avabûn.

Derd û hêrs zêde dibin. Hêvî jî mezin dibe. Ne ji ber ku em xwezî bi êşê tînin. Ne jî ji ber ku em kêf hildidin ji derd û hêrsê. Ji ber ku em dizanin ku ji bo azadiyê ked divê.

Ji ber vê em baş hêvîdar in; silav ji bo derd û hêrsê.