Emeğin ve Aydınlığın Dilini Yaratmak/ Afirandina Zimanê Ked û Ronahiyê

Şüphesiz insanın anadilinde üretimi çok kıymetli ve geliştiricidir. Aydınlanmacılığın ve bireyin tarih sahnesine çıkışının anadilinde üretimlerin arttığı bir dönemde olması tesadüf değildir. Bu yüzden Mehmed Uzun’un ilk romanının adı “Sen”dir. Bireyin ayağa kalkışıdır aydınlanmacılığın bir yanı. Birey diliyle yükselir. Ünlü Kürt yazar Ahmedê Xanî’nin de ifade ettiği gibi. Ağaç kökünde, insan dilinde yeşerir

Peki, bu kadarıyla yetinebilir miyiz?

Yani mesele sadece anadilimizde üretmek ya da o dili konuşabilmek ile sınırlandırılabilir mi?

Buna bizler hayır demeden önce zaten düşmanı olduğumuz sermaye sınıfı zaman içinde yanıtını vermiştir.

Devletin Kürtçe televizyon kanallarıyla bizim konuştuğumuz Kürtçe arasında bir fark var mı?

Hem evet hem de hayır.

Evet, iki alanda da Kürtçe konuşuluyor ve Kürtçeyi eyliyoruz.

Ama bir yandan da hiç tereddütsüz hayır! Çünkü aynı dili konuşuyor olmamız aynı şeye işaret ediyor olmamız anlamına gelmiyor.

Hele ki böylesi bir zamanda…

Siyasi iktidar, Kürtçeyi her geçen gün gericiliğin ve sömürünün bir aracı olarak kullanmakta ve yeniden üretmekte… Evet, bugün Kürtçenin yeniden üretimi konusunda ne yazık ki gericiler ve sermayedarlar daha üretken görünüyorlar.

Durum bundan mı ibarettir peki?

Aslına bakarsanız hayır…

Böylesi bir Kürtçe her geçen yıl geriye gitmekte, üretimler ve çalışmalar artsa da derinliğini ve zenginliğini kaybetmekte, edebi üretimlerin sayısı çoğalsa da edebi derinliği yerinde saymaktadır. Bu nedenle de iyi olan her şey için dönüp dönüp geçmişe, Kürt tarihinin o kıymetli kültürüne bakmak zorunda kalıyoruz.

Kürtçe bugün aydınlanmanın ve emeğin dilini yeniden üretmediği müddetçe günlük hayatın bir parçası olmaktan öteye geçemeyip, mücadele alanını da terk etmek zorunda kalacaktır.

Siyasi iktidar bu açıdan yeni bir dil yaratmak gerektiğinin farkındadır.

Bu adlı adınca popüler ve “kazançlı” bir Kürtçedir. Çözüm yerine istişare, özerklik yerine yerelleşme diyerek sermayenin alanını açmaktan geri durmayacaklar.

Biz ise emeğin, aydınlanmacılığın Kürtçesini yaratacağız ve üreteceğiz. Komünistlere düşen bugün budur.

Kürt emekçilerinin tarihin karanlık sayfalarını yırtmaları için kullandıkları bir dil. Patlayan bombaların altında imdat çığlıklarının değil, kurduğumuz yeni düzende mutluluk zılgıtlarının dilini konuşacağız.

Zaman kaybetmeye ne emekçilerin ne de insanlığın tahammülü var.

Çünkü kavganın ve emeğin dili evrenseldir. Çünkü kalktığımız zaman ayağa, patronların ve yobazların konuştukları dil ne olursa olsun, aynı “dilde” korktuklarını biliyoruz.

Afirandina Zimanê Ked û Ronahiyê
    Bêguman hilberandina bi zimanê zikmakî pirr qîmetdartirîn û peşdebirtirîn e. Her geşbûna agirê ronahîparêziyê ne tesadif e ku rastî dema hilberandina bi zimanê zikmakî hatiye. Ji ber vê ye ku navê romana yekem a Mehmed Uzun “Tu” ye. Rabûna li ser piyan a mirovan e ronahîparêzî. Her tekekes bi zimanê xwe bilind dibe. Wekî ku nivîskarê gewre yê Kurd Ehmedê Xanî îfade kiriye, “dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe.”
    Belê, em dikarin tenê bi evqasî bibêjin bes?
    Ango, ev mesele bi tenê bi hilberandina bi zimanê xwe û bi axaftina bi zimanê xwe wê biqede?
    Berî ku em vê pirsê bibersivînin û bibêjin na, jixwe sinifa sermayeyê wextekê bersivandiye.
    Di nav Kurdiya me û ya kanalên dewletê yên Kurdî de ferq heye?
    Hem ‘erê’, hem ‘na’.
    ‘Erê’ ; di herdu aliyan de jî bi Kurdî tê axaftin û em Kurdî “pêk tînin.”
    Lêbelê bi nihêrîneke din jî bêguman ‘na’! Ji ber ku bi heman zimanî axaftin nayê wateya nîşandana heman tiştî.
    Hem di vê demê de… Qet…
    Hêza siyasî, Kurdî roj bi roj ji bo paşverûtî û mêtinkariyê bikar tîne, wê bi vî awayî ji nû ve hildiberîne. Belê, mixabin ku îro paşvexwaz û sermayedar di derheqa hilberandina zimanê Kurdî de wek kesên hilberîner tên xuyan.
    Rewş qey bi tenê ev e?
    Bi lêhûrbûneke rast, mixabin na…
    Kurdiyeke wiha her roj paşve diçe, her çiqas xebat zêde bibin jî ev ziman kûrahiya xwe û dewlemendiya xwe wenda dike, her çiqas hejmara berhemên wêjeyî zêde bibin jî kûrahiya wêjeyê di heman astê de ye. Ji ber vê, ji bo her tiştên baş em mecbûr dimînin vegerin dîrokê û li çanda qîmetdar a dîroka Kurdan binihêrin.
    Kurdî, ku îro heta zimanê ronîbûnê û yê kedê ji nû ve neafirîne wê tenê bibe zimanekî rojane û wê mecbûr bimîne dev ji vê berxwedanê, dev ji vê mebestê berde.
    Hêza siyasî dizane ku ji bo vê gerek e ku ew zimanekî nû biafirîne.
    Ev Kurdiyeke bi navê xwe ve populer û “kesibdar” e. Ew ê di dewsa çareseriyê de bibêjin şêwr, ew ê di dewsa xweseriyê de bibêjin mehelîbûn û herwiha dê pêşiya sermayeyê nedine girtin.
    Em ê jî Kurdiya kedê û ya ronîbûnê biafirînin. Barê li ser milên Komunîstan îro ev e.
    Em ê zimanê kedkarên Kurd bi kar bînin, zimanê ku wan ji bo qelişandina rûpelên reş ên dîrokê bi kar dianîn. Em ê ne zimanê qêrînan, ê hawaran, ê di bin bombeyên teqiyayî de; em ê zimanê tilîliyên şabûnê, zimanê pergala ku em ê nû avabikin em ê bi kar bînin.
    Ne sebra kedkaran, ne jî sebra mirovahiyê heye ji bo sekinînê.
    Ji ber ku, zimanê şer û kedê giştî ye. Ji ber ku, em baş dizanin ku em kengê rabin li ser piyan, zimanê patron û paşverûyan her çi be jî ew ê di heman “zimanî” de bitirsin.