Wêjeya sirgûnekê û Hêmen Kurdaxî

Kamuran Demir

Blog: Kurdewarî

Piştî xerabûna Dewleta Osmanî û belavbûna Bedirxaniyan, bi gotineke din ve piştî tevlihevkirina sînoran Wêjeya Klasîk a Bi Kurdî ku bi bi salan di medreseyan de berdewam dikir, ji nişka ve ji cihê xwe bû û bi jivêbûyînê ve wêje û çand di heman demê de rastî sekneke dûr û dirêj hat. Şerekî cihanê yê dirêj, aloziyên di nav dîrokê de, guherînên civakî, yên psîkolojîk, yên ramanî… Di nav evçend tevliheviyê de li ser wêjeyê jî gelek tişt tesîr bûn û wê di demekê de jî wiha di riya xwe ya demane de rêwîtî kir.

Wêjeya Kurdî ya Modern belkî di heman demê de, di piştî dawiya wan demên tevlihev ên ku me qal kiribû de dest bi destpêkek nû kiriye, bi taybetî jî derbasbûna abeceya Latînî ya di sala 1932’yan de jê re bûye sedema dînamîzmekê. Gelek kovarên ku di vê heyamê de derketine, bûne pêşeng ku di nav cureyan de berê xwe dane mînakên Rojavayê û wêjeya neteweyî, berê xwe dane nûtiyê û ji nû ve pêkhatinê. Bêguman di nav van kovaran de ya ku herî giranbiha ye û yekemcar tê bîra me Hawar e. Hawar ku li Stockholmê di sala 1998’an de –ango 66 sal piştî weşana xwe- bi keda Firat Cewerî derkete rûyê erdê, dêrûniya wê heyamê di hejmara xwe ya yekem de û di nav gotinên xwe yên yekem de wiha bi kurtasî gotibû:

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.
Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.

Ev dînamîzma ku Hawarê da destpêkirin, di wê heyamê de li Sovyetan, li Almanyayê, li Swêdê/li gelek cihên Ewropayê, li Qafqasan… ji aliyê wêjenasan ve, yên ku dikin ku çîroka axên li ser ji dayik bûne li diyarên din bidin jiyîn, hate pejirandin û ev bûyîng di nav Wêjeya Kurdî de wek “Wêjeya Sirgûnê” hat binavkirin. Ew wêjenasên ku nikaribûne li welatê xwe zimanê xwe binivîsin-bi kar bînin, yên ku piçekê jî li pey “deriyekî hêviyê” ketibûne Wêjeya Sirgûnê temsîl dikin û ev wêje piştî demekê ji tovê xwe bilind dibe, aj dide û di wextekê de bi pêşengiya Mehmet Uzun ji aliyê nivîskar-helbeskaran ve ew axên ku ew ji nû ve li wir ji dayik bûne kirine paytexta Wêjeya Kurdî…

*

Mijara herî zehf a Wêjeya Sirgûnê helbet ew hesreta memleket a temsîlkarên wê bû. Ev hesret, mîna ya Nâzım kûr bû ku wî digot “bû sed sal ku min rûyê te nedît”. Kurdaxî di berhema xwe ya bi navê Siwarên Rejiyê de hesreta xwe wiha dianî ziman:

Me xatirê xwe
ji çiyan xwest.
Me xatirê xwe
ji daran xwest.
Tenê
kevirê ku navê me li ser
me dûûûr avêt.

Wêjekarekî Sirgûnê Hêmen Kurdaxî ku xatirê xwe ji çiyayan û ji daran xwestiye lê herî zehf bêriya kevirê ku navê wî li ser e kiriye, di sala 1973’yan de li Gundê Qermîtliqa li herêma Çiyayê Kurmênc ji dayik bûye û di salên 2000’î de koçî Almanyayê kiriye.

Kurdaxiyê ku bi zimanê axa ku ew li ser ji dayik bûye bêriya kevirê ku navê wî li ser e dike, sê berhem dane Wêjeya Kurdî ku ew qala vê bêriyê, jihevveqetînê û koçê dikin. Herî taybetiya mezin a her sê berheman ku bi navê “Çîroka Neynûkên Şkestî”, “Siwarên Rejiyê”, “Ez bişewitim… dûmanê min jî wê ji te hez bike” hatine weşandin, ew e ku cudabûna zimanê helbestê ye. Dîtina lêgerîneke ji yên berê cudatir a di helbesta Kurdaxî de, ferqkirina vê heta di xwendina yekem de jî gengaz e. Kurdaxiyê ku dibêje

Ji devê berbangê…
dara te pelên xwe avêtin

ciyê tu lê be, ruhê min li wir e
ciyê tu ne lê, ruhê min ji te re pûtekî lê ava dike

Gava roj xwe ji tabûtê derxîne
Ez ê tazî di çolên bêzariyê de
Qêrînên bêdeng bikim
Û şewatan ji lingan û qûmê re bihêlim
...

dixweze ku helbestê bi xweza û evînê re bike yek. Pêşkêşkirina evînê ya di nav xwezayê de di heman helbestê de bi van hêmayên cuda berdewam dike:

Li ser pêlên dengê te
Melodiyên birîndar xwe bi rojê hilpesartine
Xwe bi ronahiyê şûştine
Ji nameya te ya yekê ve
Min zanibû ku
Bêzarî nema zora keskesorê dibe!

Helbestkarê ku evîn weke “Ez bişewitim… dûmanê min jî wê ji te hez bike” xweş bi nav kiriye, carinan reşbîniya di şopa evînê de bi vî awayî îfade dike:


Min xwest
Min xwest dîwar reş be
Bêreng be
Bêdeng be
Min xwest
Dîwar helbest be
Ji bejna min bilindtir e
Lê ez bi ser te de têm xwar
Kela min bi ser te de
Dirije
Ji rengên xwe derkeve
Ji rengên xwe derkeve
Hîn zû ye
Hîn tarî ye
Hîn helbest e

Babetek ku di nav helbestên Kurdaxî de tê xuyan, siwarî ye. Siwarîtiya ku ew derdixe pêş îxtimal e ku bi koçê ve girêdayî ye. Di çîroka xwe ya ku wî rêwîtiya parzemîneke dûr kiribû de ew xwe wek siwarekî bi nav dike. Kurdaxî di helbesta xwe ya Siwarê Tabloyeke Birîndar de komir û şewatê dike mijar û şibandinekê dike, siwarîtiya xwe wiha tîne risteyan:


Di cenga hundirê pêxemberan de
Siwar im siwar…
Rejî, rejî, rejî
Mirin rejî
Jiyan rejî
Evîn rejî
Xwîn rejî
Dûrî rejî
Nêzîkayî rejî
Em rejî ne…
Komira rojê ne…
Em siwarê rejiyê ne…

Hêmen Kurdaxî ku hê li Almanyayê dijî û di nav jiyana edebiyatê de ye, bi rêya dezgehên ku weşanên Kurdî dikin berdewama çîroka xwe ya wêjeyê dike.


Bir Sürgün Edebiyatı ve Hêmen Kurdaxî
Osmanlı Devleti’nin çöküşü ve Bedirhanlıların dağılışından sonra, başka bir deyişle sınırların karıştırılmasından sonra medreselerde yaşayan Klasik Kürt Edebiyatı aniden yerinden oldu ve bununla, edebiyat ve kültür aynı zamanda uzun sürecek bir durgunluğa uğradı. Uzun bir dünya savaşı, tarih içindeki karışıklıklar, toplumsal, psikolojik, düşünsel değişimler… Bu denli karışıklık içinde edebiyat üzerine de birçok şey etki etti ve edebiyat bir süre de bu şekilde zamane yolunda yolculuk etti.

Modern Kürt Edebiyatı sözkonusu çalkantılı dönemlerin belki de hemen sonunda bir başlangıç içerisinde yer almış, özellikle de 1932’de Latin alfabesine geçiş ile yüksek bir dinamizm kazanmıştır. Bu dönemde çıkan birçok dergi yeniliğin, yeniden oluşumun, yazın türlerinde Batı örneklerine yönelişin ve milli bir edebiyata yönelişin öncülüğünü yapmıştır. Bu dergilerden akla gelen ilk ve en değerli olan şüphesiz ki Hawar’dır. Stockholm’de 1998 yılında -yani yayınlanışından 66 yıl sonra- yeniden Firat Cewerî’nin emeğiyle gün yüzüne çıkan Hawar, henüz ilk sayısında ve ilk sözlerinde dönemin ruhunu şöyle özetlemişti:

“Hawar* bilginin sesidir. Bilmek, kendini tanımaktır.
Kendini tanımak da bize kurtuluşun ve güzelliğin yolunu açar.
Kendini tanıyan herkes; kendini tanıtabilir.
Hawar’ımız* her şeyden önce dilimizin varlığını gösterecektir.
Çünkü dil varlığın ilk şartıdır.”(Bedirxan, Hawar, hejmara 1, 1932)

(*İmdat anlamındadır, aynı zamanda derginin adıdır.)

Hawar’ın başlattığı bu dinamizm, dönem itibariyle Sovyetlerde, Almanya’da, İsveç’te/Avrupa’nın pek çok yerinde, Kafkaslarda… doğduğu toprağın öyküsünü yabancı coğrafyalarda yaşatmaya çalışan edebiyatçılar tarafından benimsendi ve bu oluşum Kürt Edebiyatı içerisinde bir “Sürgün Edebiyatı” niteliği kazandı. Dillerini memleketlerinde yazamayan, kullanamayan ve biraz da “bir umut kapısı” arayan edebiyatçıların temsil ettiği Sürgün Edebiyatı, zamanla tohumuna sığmayacak, filizlenecek ve bir dönem Mehmet Uzun öncülüğündeki yazar-şairlerce yeniden ruh buldukları toprakları Kürt Edebiyatı’nın başkenti yapacaklardı…

*

Sürgün Edebiyatı’nın en büyük konusu tabii ki temsilcilerinin memleketlerine duyduğu hasretti. Bu hasret, Nâzım’ın “yüz yıl oldu yüzünü görmeyeli” demesi kadar derin sayılabilir bir hasretti. Kurdaxî, Kömür Süvarileri adlı eserinde kendi hasretini böyle dile getiriyordu:

Elveda ettik
dağlara.
Elveda ettik
ağaçlara.
Yalnızca
adımızın üstünde olduğu taş
yolladı bizi uzaaaklara.

Dağlara ve ağaçlara veda eden fakat en çok adının üstünde olduğu taşı özleyen Hêmen Kurdaxî 1973’te Kurmênc Dağı dolayında yer alan Qermîtliq Köyü’nde doğan ve 2000’li yıllarda Almanya’ya göçen bir Sürgün Edebiyatçısıdır.

Doğduğu topraklardaki dil ile adının üstünde olduğu taşı özleyen Kurdaxî bu özlemi, ayrılığı ve göçü, aşkı anlatan üç eser Kürt Edebiyatı’na kazandırmıştır.  “Kırık Tırnaklar Öyküsü”, “Kömür Süvarileri”, “Yansam… dumanım da seni sevecek” adıyla yayımlanan üç eserin en büyük özelliği şiir dilindeki farklılıktır. Kurdaxî’nin şiirinde öncekilerden farklı bir arayış içerisine girişin izlerine rastlamak, hatta bunu ilk okunuşta fark etmek mümkündür.

Şafağın ağzından…
ağacın yapraklarını döktü

olduğun yer, ruhumun olduğu yerdir
olmadığın yerde, ruhum bir put yapar sana

Gün tabuttan çıktığı anda
Çıplak, bezginlik çöllerinde
Sessiz haykırışlar edeceğim ben
Ve yangınları
Ayaklara ve kuma bırakacağım

diyen Kurdaxî, şiiri doğa ve aşkla bütünleştirmek ister. Aşkı doğa içerisinde sunuş, aynı zamanda farklı imgelerle şöyle devam eder aynı şiirde:


Sesinin yaprakları üzerinde
Yaralı melodiler güne sığınmışlar
Aydınlıkla yıkanmışlar
İlk mektubundan beri biliyordum ki
Bezginlik bundan dolayı gökkuşağının zoruna gider!

“Yansam… dumanım da seni sevecek” diyecek kadar aşkı güzel tanımlayan şair bazen aşkın izindeki karamsarlığı şu şekilde ifade eder:


İstedim
İstedim ki duvar kara olsun
Renksiz olsun
Sessiz olsun
İstedim ki
Duvar şiir olsun…
Boyumdan uzun fakat
Ben yıkılıyorum üstüne,
Kızgınlığım
Sana,
Çık renklerinden
Çık renklerinden henüz erken
Henüz karanlık
Henüz şiir

Kurdaxî’nin şiirlerinde öne çıkan temalardan biri de süvariliktir. Onun yansıttığı süvarilik muhtemeldir ki göç ile ilintilidir. Uzak bir kıtaya yapılan yolculuğun hikâyesinde o, kendisini bir süvari olarak adlandırır. Yaralı Bir Tablonun Süvarisi adlı şiirinde Kurdaxî kömürü ve yanmayı ele alıp bir benzetme yapar, kendi süvariliğini şöyle dizeye getirir:


Peygamberlerin içindeki savaşta
Süvariyim süvari…
Yanık, yanık, yanık
Ölüm yanık
Hayat yanık
Sevda yanık
Kan yanık
Uzaklık yanık
Yakınlık yanık
Biz yanmışız…
Güneşin kömürüyüz…
Biz süvarileriyiz kömürün

Hâlâ Almanya’da yaşayan ve edebiyat ile iç içe olan Hêmen Kurdaxî Kürtçe yayın yapan organlar aracılığıyla edebiyat serüvenine devam etmektedir.


Katkı ve önerileriniz İçin: [email protected]