Nâzım îro 114 salî ye

Kamuran Demir

Blog: Kurdewarî

Nâzım Hikmet'in 114 doğum günü için soL Kurdewarî, Nâzım Hikmet için yaptığı kimi çalışmaları Kürtçe okuyucularla buluşturuyor.Nâzım'ın şiirleri için "Türkiye'mde Türkçemle yasak"​ diyerek tarif ettiği dönemin üzerinden yıllar geçti. Nâzım'in şiirleri artık günlük hayatımızın içinde görece daha özgür. Ancak bu çalışmalar bugün yasaklamanın farklı bir boyutu olan telif hakları gibi yaptırımlar nedeniyle yeniden üretimlere kapanmış durumda.

Nâzım hayatta iken Kürtçe üzerindeki yasaklamalar nedeniyle şiirleri Kürtçeye çevrilememiş, çevrilenler yayınlanamamıştır. Kürtçenin günlük ve akademik üretimlerde özgürlük elde ettiği yıllarda ise telif dayatmaları şairin şiirlerinin Kürt dilinde üretiminin önünde engel oluşturmuştur.

​Kürt kültürü ve tarihine emekten ve işçi sınıfından yana katkılar sunmaya çalışan Kurdewarî ekibi Nâzım'in şiirlerini Kürtçe derledi ve Nâzım şiirlerinde gençlik, romantizm, yurtseverlik ve emek üzerine bir çalışma yaptı. 

Bireysel ve kimi tekil örneklerin dışında ilk kez okuyucuyla buluşan Kürtçe üretimleri Marksist Şair Nâzım Hikmet'in doğum günü vesilesiyle tüm okuyucularla paylaşıyoruz.


Mirovahî Mezin û Helbestvan Nâzım 

Helbestkarê Rû Bedew, Dêwê Çav Şîn

“Ew dêwekî çav şîn bû
Wî ji jineke biçûçik hez kir”

*O mavi gözlü bir devdi

Minnacık bir kadını sevdi

Nâzım, ango Şoreşgerê Romantîk. Dema ku ew hê hevdeh salî bû wî diyar kir ku ew ê bibe helbestkarê herî mezin ê cihanê, di sedsala bîstemîn de. 

Di sala 1918’an de li Kadıköyê

“Min bi temamî te jibîr kir ez bawer im
Niha tev rabirdûyê bû sonda min
Heta ji bo te tune kîna min
Bi dîtina min tu jî niha mîna her kesî yî”

*Nâzım Hikmet Herkes Gibi Şiiri 2. Kıta

bi van risteyan rasterast da nîşan ku ew ê bibe Romantîk.

Di sala 1921’an de, waxtê ku xwînmijan êrişî Anatolyayê, êrişî Rojhilata Navîn kirin, wî bi vê helbestê diyar ku ew di heman demê de Şoreşger e jî:

“Were hey ciwaniya bi îman, were hey ciwaniya ku li bendê ne,
Were ku li Anatoliyayê yên ku hêvî dikin hene
ji bo wêrekîya te, îmana te ya pola, ya têkneçûyî?”

*Nâzım Hikmet İlk Dönem Şiirlerinden Anadolu ve Umuda Dair

Paşê girtîgehên sar, salên dûr û dirêj, bêriyên dawî lê nehatî. Paşê qêrînên wî, gazî, hawarî. Nameyên evîniyê, nameyên tijî hesret.

“Li hemberê han memleket,
ez bang dikim ji Varnayê,
deng tê te?
Memet! Memet!

Behra Reş bêrawest diherike,
hesreta dîn, hesreta dîn,
kurê min, ez bang dikim li te,
deng tê te?
Memet! Memet!”

*Nâzım Hikmet Memet Şiiri

Kurê Nâzım. Kurê bê bavê xwe, bavê bê kure xwe. Memet! Memet! Paşê yara wî, hevala wî, Piraye, “jinikeke biçûçik”. Moskova bi hezar kîlometre dûrî welatê Nâzım. Pirayeya bi hezar kîlometre dûrî çavê Nâzım.

“Bû sed sal ku min rûyê te nedît,
ku min te hembêz nekir,
ku ez di nav çavên te de nemam,
ku min pirs nepirsîn ji ronahiya hişê te,
ku min destê xwe neda germahiya zikê te.

Sed sal e li benda min e
               li bajarekî jinikek.

Em di heman guliyê de bûn, em di heman guliyê de bûn.
Em ji heman guliyê ketin û ji hev veqetiyan.
Di nav me de demeke sed salî,
               rê sed salî ye.

Sed sal e di sewgurê de
                ez direvim li pey te.”

*Nâzım Hikmet Hasret Şiiri

Di nav şerekî bêdeng de berxwedana ku Nâzım kiriye paşê. Ya ku wî li ser neheqiyê kiriye. Ya ku wî ji ber birçîtiyê kiriye. Ya ku wî mirin daye li ber çavên xwe.
 

“Di rûpela yekemîn de radizin li ser du stûnan
                                                du heb berxikên tazî,
di rûpela yekemîn de li ser du stûnan
                                                çengek çerm û hestî.
Goştên qulbûyî, yên teqiyayî.
Yek Diyarbekirî ye, yek Erganî yî.”

*Nâzım Hikmet Gazete Fotoğrafları Üstüne Şiiri Birinci Bölüm

Nâzım îro 114 salî ye. Dengê wî hê jî gurr e. Hê jî ew wek Helbestkarê Rû Bedew, Dêwê Çav Şîn tê nasîn. Ji bo berxwedana wî ya ji bo mirovahiya mezin, ji bo berhemên wî yên mayende spasiya herî mezin ew e ku em risteyên wî bînin ziman, dengê wî bidomînin.


Katkı ve Önerileriniz İçin: [email protected]